Adar 26, 2022 22:44 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran di gotûbêjên Viyenê da gihîştiye niqteya lihevkirinê

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê got ku Îran di gotûbêjên Viyenê da li niqteya lihevkirinê nêzik bûye, lê hejamreke mijarên girîng hema wisa di cihê xwe da mane.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di axaftineke televîziyonî da got: Alîgirê Berpirsê siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê dê heta seteke din bigihêje Tehranê da ku derbarê alûgorên herî dawî yên têkildarî gotûbêjên Viyenê, tev rayedarên Îranê bicive.

Emîr-Ebdullahiyan got: Her cûre lihevkirineke nû dê derveyî lihevkirina navokî ya sala 2015an nebe.

Wî got: Gotûbêjên di warê rakirina boykotên yekalî û zalimane li ser Îranê gelekî bi pêş va çûne.

 

 

Serepeyv