Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê bo Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332757-emîr_ebdullahiyan_tekezî_li_ser_berdewamiya_piştevaniya_Îranê_bo_sûriyê_kir
Wezîrê Derve yê Îranê roja Çarşemê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji hikûmet û gelê Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2022 08:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê bo Sûriyê kir

Wezîrê Derve yê Îranê roja Çarşemê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji hikûmet û gelê Sûriyê kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li hevdîtina tev Elî Memlûk, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokomarê Sûriyê, bal kişand ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji dewlet û gelê Sûriyê di şer û pevçûnên li dijî teror û tundrewî li herêmê de.

 Elî Memlûk Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokomarê Sûriyê jî bal kişand ser rola girîng a Komara Îslamî ya Îranê li bihêzkirina aramiya navçê û bi taybetî rûbirûbûna grûpên terorîstî û rol û  helwêstên general Qasim Sulêymanî di vî warî de bi bîr xist û ji wî şehîdê hêja re hurmet û rêz girt.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemê li sêyem serdana xwe ya Sûriyê di serokatiya şandeke pilebilind de ji Tehranê çû Şamê.