Wezîrê karên derve yê Omanê daxwaza dewama têkiliya nêzik di gel Tehranê kir
Wezîrê karên derve yê Omanê Seyid Bedir El Bûsseîdî tevî sipasiya ji helwêsta Tehranê derheqê pêwendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navneteweyî, daxwaza berdewamiya pêwendiyên nêzik û têkiliya di gel Îranê kir.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Vî dîplomatê payebilind ê omanî, roja Şemiyê di têkiliya xwe ya di gel hevpêşeyê xwe yê îranî, Husên Emîr Ebdullahiyan hêviya xwe diyar kir ku Îran û Koma 4+1ê pêngavên dawiyê ji bo bidestxistina lihevkirinekê ji bo vejiyandina Lihevkirina Navokî ya sala 2015an, li Viyena paytexta Otrîşê herî zû rakin.Îranê û Koma 4+1ê - Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûssiye û Çîn - di meha Nîsana borî da gotûbêjên xwe derbarê vejiyandina ihtimalî ya Lihevkirina Navokî ya bsala 2015an ku bi fermî wek "Joint Comprehensive Plan of Action (JCPOA)" tê naskirin, dest pê kirin. Lê Amerîka di sala 2018an da ji vê lihevkirinameyê derket û boykotên ku hatibûn rakirin, dîsan vegerandin.
Îrana ji Amerîkayê dixwaze ku garantî bide ku ew ê êdî ji lihevkirinê dernekeve.
Di vê têkiliya telefonî da, Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vêya ku Tehran û Mesqetê pêwendiyeke nêzik hene, hêviya xwe diyar kir ku du alî zêdetir ji berê pêwendiyên xwe baştir bikin.
Wezîrê derve yê Îranê her wiha sipasiya roa "Avaker" a Omanê di çareserkirina hin meseleyên têkildarî azadkirina du zîndaniyên inglîzî kir.