Rafaêl Grosî derbasî Tehranê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332339-rafaêl_grosî_derbasî_tehranê_bû
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi mebesta gotûbêja di gel rayedarîn îranî derbarê dewama hevkariyên teknîkî navbera Îranê û vê saziyê hat Tehranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2022 05:06 Asia/Tehran
  • Rafaêl Grosî derbasî Tehranê bû

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi mebesta gotûbêja di gel rayedarîn îranî derbarê dewama hevkariyên teknîkî navbera Îranê û vê saziyê hat Tehranê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di serê taximekê da û li gorî lihevkirina pêkhatî bi mebesta gotûbêja tev rayedarên Komara Îslamî ya Îranê derbarê dewama hevkariyên teknîkî navbera Îranê û vê saziyê derbasî Tehranê bû û ji aliyê Bêhrûz Kemalvendî alîkar û berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va hat pêşwazîkirin.

Ew biryar e beriya nîvor bi amadebûna li Rêxistina Enêrjiya Atomî di gel Muhemed Îslamî alîkarê serokkomêr û serokê Rêxistina Enêrjiya Atomî ya Îranê bicive.

Ew her wiha biryar e di gel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê bicive.