Serokê Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Dûhayê
Sibat 21, 2022 13:23 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku bi mebesta beşdariya di civîna OPEC'ya Gazê da serdana Qeterê kiriye, derbasî Dûhaya paytexta vî welatî bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana xwe ya durojî da ji bilî beşdariya di civîna welatên firoşyarê gazê, dê hevdîtinên dualî di gel serokên welatê mazûvan û welatên mêvan pêk bîne.
Reyîsî ku li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê çûye Dûhayê, îro dê di gel Temîm bin Hemed Alê Sanî bicive.