Sibat 18, 2022 19:53 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Sekreterê giştî yê NY li Mûnîxê civiyan

Wezîrê derve yê Îranê û Sekreterê giştî yê NY li Mûnîxê civiyan û derbarê mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî axivîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê ku ji bo beşdariya di civîna 58an a Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê li vî bajarî ye, berêvara Înê di gel Antoniyo Gotêrêş, Sekreterê NY civiya.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha di gel serokomarê Slovêniyê civiya.

Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê ji roja Înê va bi qasî sê rojan rayedar û karzanên ewlehiyê ji seranserî cîhanê tê lidarxistin.

 

Serepeyv