Emîr-Ebdullahiyan bi wezîrê derve yê Îrlendê ra civiya
Sibat 14, 2022 13:10 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê mijarên dualî di gel wezîrê derve yê Îranê civiya.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Saymon Kawûnî wezîrê derve yê Îrlendê ku serdana Têhranê kiriye, roja Duşemiyê li cihê Weareta karên derve ji aliyê Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê va hat pêşwazîkirin.
Li gorî gotina Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta derve ya Îranê, Balyozê Acrîdîte (accredited ambassador) yê Îrlendê duh kopiya belgeya xwe ya balyoztiyê radestî wezîrê derve yê Îranê kir û pêdiviyên vekirina dubare ya balyozxaneyê pêk tên.
Wezîrên derve yên Îran û Îrlendê beriya niha jî li kêleka civîna Civata Giştî ya NY di roja 22ê Îlona 2021ê da li New Yorkê civiyabûn.