Reyîsî: Em aboriya welêt li benda Lihevkirina Navokî nahêlin
Sibat 08, 2022 10:33 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Me ragihand ku eger boykot bên rakirin, rewş ji bo lihevkirinê amade ye û Îranê nîşan daye ku pabendî sozên xwe ye, lê em aboriya welêt li benda Lihevkirina Navokî nahêlin.
Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina di gel Wezîrê karên derve yê Fînlandê, Pêka Havîsto (Pekka Haavisto) da got: Pêwendiyên du welatan di salên piştî Înqilaba Îslamî da gelekî baş bûye, lê pêwendiyên Fînlandê di gel welatên din nabe ku bikeve bin bandora biyaniyan.
Reyîsî got: Em li dû pêwendiyên baş tev welatên navçeyê ne û em ê vê siyasetê bidomînin. Li navçeya li her derê pirsgirêkek heye, ji ber destwerdana biyaniyan e.