Çile 19, 2022 09:15 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Danûstandina Îran û Rûsiyê li navçeyê ewlehiyê pêk tîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Danûstandina Îran û Rûsiyê ewlehiyê pêk tîne û dê rê li ber yekalîtîşopiyê li navçeyê bigire.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro (Çarşemî) beriya terikandina Têhranê ber bi Moskoyê va li balefirgeha Mêhr Abadê got: Ev serdan li ser vexwendina Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê pêk tê û di vê serdanê da dêji bo xurtkirina dîplomasiya navçeyî hewil were dayîn.

Reyîsî got: Têkiliya Îranê digel hemî welatên cînar bi taybet Rûsiyê ku danûstandinên siyasî û aborî û ticaarî di warên cûr bi cûr da hene, dikare ji bo hemî danûstandinên me yên bi Rûsiyê ra nuqteke girîng be.

 

 

Serepeyv