Çile 18, 2022 14:27 Asia/Tehran
  • Reyîsî wê sibe biçe Rûsiyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê sibe (Çarşemî) li ser vexwendina hevpîşeyê xwe ûris û bi armaanca berfirehkirina danûstandinên aborî, siyasî û çandî yên du welatan biçe Moskoyê.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Seyîd Îbrahîm reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana xwe ya Moskoyê da, dê bi Vlaadîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê ra bicive.

Beşdarî û axaftina di civîna gelemperî ya meclîsa Dûmayê, hevdîtina bi îraniyên niştecihê Rûsiyê û civîna hevfikirîn di gel çalakên aborî yên ûris, ji bernameyên din ên vê serdana durojî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Wezîrên derve, neft û aboriyê jî dê hevrêtiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana Rûsiyê bikin.

 

Serepeyv