Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331479-peywendiya_telefonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_rûsyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê pêwendiya telefonî ya navbera wezîrên derve yên Rûsya û Îranê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2022 19:44 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê pêwendiya telefonî ya navbera wezîrên derve yên Rûsya û Îranê agahî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li peywendiyeke telefonî tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li ser mijarên têkildarî Rêketinama Navokî gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin, Lavrov û Emîr-Ebdullahiyan di çarçoveya ji nû ve destpêkirina danûstandinên Viyenê (Rakirina dorpêçan) de li ser plana çalakiyên hevbeş ên berfireh gotûbêj kirin.
Li gor ragihandina şanda danûstandinkar, gera heştem a gotûbêjên rakirina sizayan roja duşemiyê 27ê Kanûnê ya 2021ê dest pê kir û gotûbêj bi pêş ketine.