Kanûn 27, 2021 22:00 Asia/Tehran
  • Piştî 580 rojan; Rêjeya mirina rojane ya Koronayê li Îranê gihîşt 34 kesan

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, piştî 580 rojan; hejmara miriyên ji ber Koronayê li Îranê daket ser 34 kesan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 434 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemiyê 27 Kanûna 2021 li Îranê hezar û 967 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 344 kes ji wan li nexweşxanê hatin razandin. Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 186 hezar û 729 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 28 hezar û 495 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

2 hezar û 766 nexweşên bi Covîd 19ê jî li beşên lênihêrîna kûr ên nexweşxanan tên dermankirin.

Li welêt heta niha 41 milyon û 592 hezar û 984 testên teşxîskirina Kovîd-19ê hatine kirin.

Serepeyv