Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 44 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 306 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 24 Kanûna 2021 li Îranê hezar û 967 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 321 ji wan di nexweşxanan de hatine razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 181 hezar û 784 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 22 hezar û 150 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 278 milyon û 610 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 403 hezar kes jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.