Reyîsî: Siyaseta bingehîn a Îranê piştgirî ji aramiyê li Iraqê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê siyaseta bingehîn a Têhranê piştgirî ji aramî û ewlehiya li Iraqê da zanîn.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di hevdîtina tev Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê li Têhranê, tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji lidarxistina aram û ewleh a hilbijartina parlimanî li Iraqê, got: Komara Îslamî ya Îranê hertim piştevana damezirandina meclîs û dewleta bihêz li Iraqê bûye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Nerazîtiya li hemberî encamên hilbijartinê di her pergaleke dîplomatîk da pêkan e û ya girîng ev e ku itiraz û vekolandina wê di pêvajoyeke qanûnî da be.
Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê jî di vê hevdîtinê da, tevî sipasiya ji siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya piştgiriya bihêz ji aramî û ewlehiya Iraqê, got: Piştgiriya Îranê ji hakimiyet û aramiya siyasî ya Iraqê hertim ji aliyê gel û dewleta Iraqê va hatiye qedrgirtin.