Kanûn 21, 2021 19:46 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Zilma dorpêçên Yemenê li ser şehîd Îrlo nayê ji bîr kirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Em wê zulma ku dorpêçkarên yemenî li "Şehîd Îrlo" kirin ji bîr nekin.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên mir Emîr-Ebdullahiyan îro Sêşemê di merasîma oxirkirina meytê Hesen Îrlo sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Yemenê got: Şehîd Îrlo alîgirê çareserkirina kirîza Yemenê bi rêya siyasetê bû. "

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Sersaxiyê ji rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî û hemû gelê Îranê û gelê mezin ê Yemenê ku di 2 salên derbasbûyî de şahid bûn, şehîd Îrlo ji bo gihandina peyama mezlûmbûna gelê Yemenê ti kêmasî nedikir û çi ji dest bihata dikir."

Meytê şehîd Hesen Îrlo sefîrê Îranê li Yemenê bi amadebûna xelkê û komek ji berpirsan li ber avahiya Wezareta Karên Derve hat oxirkirin.

Serepeyv