Xetîbzade qala pêşketina di gotûbêjên Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330688-xetîbzade_qala_pêşketina_di_gotûbêjên_Îranê_û_ajansa_navneteweyî_ya_enêrjiya_atomê_kir
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berbanga Çarşemiyê qala pêşketina gotûbêjên Rafaêl Grosî Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di gel Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2021 07:11 Asia/Tehran
  • Xetîbzade qala pêşketina di gotûbêjên Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berbanga Çarşemiyê qala pêşketina gotûbêjên Rafaêl Grosî Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di gel Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di hevpeyîvînan di gel Press TV'yê got: Gotûbêjên navbera Îslamî û Grosî bûne sebeba pêşketinan û kêmbûna nakokiyan li ser çend mijaran.

Li gorî nivîsîna Press TV'yê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha ragihand: "Ez naxwazim hûrgiliyan şirove bikim, lê dikarim pêşbînî bikim ku du alî bi zûtî li hev bikin."