Elî Baqirî: Îran bi pêşniyar avaker derbasî gotûbêjên Viyenê bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330514-elî_baqirî_Îran_bi_pêşniyar_avaker_derbasî_gotûbêjên_viyenê_bûye
Alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê Îranê di gotûbêjên Viyenê da got: Îran bi pêşniyarên avaker û sûdmend derbasî dora nû ya gotûbêjên Viyenê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Elî Baqirî: Îran bi pêşniyar avaker derbasî gotûbêjên Viyenê bûye

Alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê Îranê di gotûbêjên Viyenê da got: Îran bi pêşniyarên avaker û sûdmend derbasî dora nû ya gotûbêjên Viyenê bûye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Baqirî Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê Îranê di gotûbêjên Viyenê da roja sêşemiyê piştî hevdîtina di gel rayedarên rûsî li Moskoyê bi gotina vê yekê ku pêwendiyên Îran û Rûsiyê mînak in û di warên cûr bi cûr da didomin, got: Îran di mijarên cûr bi cûr da di gel Rûsiyê dişêwire û derbarê gotûbêjên Viyenê jî ji pêş va di gel rayedarên rûsî hin şêwirîn pêk hatine.

Baqirî Kenî got: Di dora npû ya gotûbêjên Viyenê da jî bi riyên cûr bi cûr di gel Rûsiye û Çînê gotûbêj pêk hatiye.

Alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê Îranê di gotûbêjên Viyenê da destnîşan kir: Di dora nû ya gotûbêjan da Komara Îslamî ya Îranê pêşniyarine gelekî sûdmend û avaker di du mijarên rakirina boykotan û kiryarên navokî da raber kirin ku dikarin pêvajoya gotûbêjan bi awayekî cidî bi pêş da binin.