Baqirî Kenî: Îran ji daxwazên xwe venagere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330479-baqirî_kenî_Îran_ji_daxwazên_xwe_venagere
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: “Îran ji daxwazên xwe paşde gav navêje û divê Amerîka gava yekem bavêje."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2021 18:36 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî: Îran ji daxwazên xwe venagere

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: “Îran ji daxwazên xwe paşde gav navêje û divê Amerîka gava yekem bavêje."

“Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna tev ajansa nûçeyan a Îtalî ANSA`yê got: Komara Îslamî ya Îranê ji daxwazên xwe yên aktîvkirina rêketinama navokî ya sala 2015`an û rakirina dorpêçan paşve gav navêje.

Baqirî Kenî her wiha got: Ji ber ku di sala 2018an de Amerîka ji rêkeftinê vekişiya, lewma divê Waşîngton gava yekem bavêje.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Pêşniyarên Tehranê ji bo koma 4 + 1`ê di pêvajoya muzakireyên Viyenê de belgekirî û mantiqî ne û ji ber vê yekê dikare bibe bingehek ji bo danûstandinan.

Baqirî Kenî bi bîr xist: Ev pêşniyarên han bingehê danustandinan in û lazim e aliyê din bi belge bersiva pêşniyarên tîma Îranê bide.