Kanûn 04, 2021 12:50 Asia/Tehran
  • Yekem berteka Neteweyên Yekgirtî li hember bidawîhatina gera yekem a gotûbêjên Îranê li Viyenê

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyan kir ku hewlên xwe ji bo ji nû ve cîbicîkirina rêketinama navokî zêde bikin.

Li gor nûçeya Ajansa Mêhr; Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephen Dujarric roja Îniyê bang li hemû aliyan kir ku hewlên xwe ji bo ji nû ve cîbicîkirina rêketinama navokî zêde bikin.

Dujarric der barê hevdîtinên Viyanayê da daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Helwesta me ya li ser payman û Rêkeftina Navokî neguheriye û em bang li hemû aliyan dikin ku xebatên xwe yên ji bo ji nû ve cîbicîkirina vê peymana nukleerî zêde bikin."

Berî vê yekê Cîgirê Berpirsê karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora piştî civîna Komîsyona Hevbeş a roja Înê ragihandibû, ku tîmên danûstandinê dê roja Çarşemê yan Pêncşemê hefteya bê vegerin Viyenê ji bo destpêkirina gotûbêjan.

Wî herwiha got: Şêwirîn dê berdewam bibin û hemû alî dê hemû pêşniyaran binirxînin.

Roja Înê roja dawî ya gera heftem a danûstandinên Viyenê bû û tê çaverêkirin ku şandên danûstandinkar vegerin paytextên xwe û pêşnûmeyên ku ji aliyê Îranê ve hatine şandin, binirxînin.

Serepeyv