Îro - Civîna Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî dê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330421-Îro_civîna_komîsiyona_hevpar_a_lihevkirina_navokî_dê_were_lidarxistin
Piştî çar roj gotûbêja di asta karzanî û siyasî li Viyenê, alîkarên siyasî yên wezîrên derve yên Îran û Koma 4+1ê roja Înê dê serhevdeanîn û çawaniya domandina wê binirxînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2021 06:05 Asia/Tehran
  • Îro - Civîna Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî dê were lidarxistin

Piştî çar roj gotûbêja di asta karzanî û siyasî li Viyenê, alîkarên siyasî yên wezîrên derve yên Îran û Koma 4+1ê roja Înê dê serhevdeanîn û çawaniya domandina wê binirxînin.

Li gorî rapora ISNAyê, Dora heftem a gotûbêjan ji bo rakirina boykotan û vegeriyana hemî aliyan bo Lihevkirina Navokî ji roja Duşemiyê va li Viyenê hat domandin.

Di van gotûbêjan da Îranê du belgeyên têkildarî kiryarên navokî û boykotên ku divê bên rakirina da ku cihanîna Lihevkirina Navokî bibandor be, raberî aliyên din kirin.