Hevdîtina Baqirî û Enrique Mora
Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li dû rawêjên giran ên dîplomatîk li Viyenê bi cîgirê sekreterê giştî yê saziya karên derve ya Ewropayê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNA`yê; Elî Baqirî Kenî, muzakerevanê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê û Enrique Mora, alîkarê sekreterê giştî yê saziya karên derve ya Ewropayê, li vê hevdîtinê li bara mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Biryar e piştî hevdîtina li gel Mora, Elî Baqirî bi nûnerên her sê welatên Ewropayê yên di hevdîtinên Îran û koma 4+1ê de jî bicive.
Berpirsê şandeya danûstandinê yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtinên Viyenê saetek berê jî bi Mîşaîl Lînhart wezîrê karên derve yê Otrîşê re hevdîtin pêk anî û ji ber mazûvaniya Viyenê ji gotûbêjên niha spasî kir.
Herdu aliyan her wiha li ser mijarên berjewendiya dualî gotûbêj kirin.