Hejmara birîndarên erdheja Hormuzganê derket 11 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330031-hejmara_birîndarên_erdheja_hormuzganê_derket_11_kesan
Serokê saziya hawarçûnê ya welat Cefer Mîadfer ragihand, hejmara birîndarên ji ber erdheja îro ya Hormuzganê gihîştiye 11 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Hejmara birîndarên erdheja Hormuzganê derket 11 kesan

Serokê saziya hawarçûnê ya welat Cefer Mîadfer ragihand, hejmara birîndarên ji ber erdheja îro ya Hormuzganê gihîştiye 11 kesan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Cefer Mîadfer her wiha got: Erdheja îro li parêzgeha Hormuzganê pêk hat û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Mîadfer herwiha got: Rewşa giştî ya 11 birîndaran baş e. Ji birîndaran 8 kes li Nexweşxana Şehîd Mihemedî ne û 3 kesên din jî li Nexweşxana Kendava Farsê ne. Wî berdewam kir: Kesek ji ber ketina kelefe û xirabiyê û 10 kesên din jî ji tirs û stresê birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê û Enstîtuya Jeofizîkê ya Zanîngeha Têhranê, erdhej îro (Yekşem) saet 15:36:56`an de li kûrahiya 18 km de pêk hat.

Erdhej 15 km ji Laft Hormuzgan, 20 km ji Sûza Hormuzgan û 27 km ji Dergahana Hormuzganê hat hîskirin.