Serdar Hacîzade: Dronên Îranê bûne kelema çavê dijminan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329966-serdar_hacîzade_dronên_Îranê_bûne_kelema_çavê_dijminan
Fermandarê Hewa-Feza yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku dronên Îranê bûne kelema çavê dijminan, got: Dijminan bi salan di warê boykotên çekdarî da xebitîn, lê ser neketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2021 09:27 Asia/Tehran
  • Serdar Hacîzade: Dronên Îranê bûne kelema çavê dijminan

Fermandarê Hewa-Feza yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku dronên Îranê bûne kelema çavê dijminan, got: Dijminan bi salan di warê boykotên çekdarî da xebitîn, lê ser neketin.

Li gorî rapora ISNAyê, serdar Emîrelî Hacîzade, Fermandarê Hewa-Feza yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di merasima Bîranîna şehîdên hewa-feza yên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û rêzgirtina dehemîn salvegera şehîdbûna hac Hesen Têhranîzade, da got: Eva ku dijmin dibêjin werin em derbarê mûşekan gotûbêj bikin an dronên Komara Îslamî bûne kelemek li çavê dijminan û dibêjin em divê van sînordar bikin, nîşana şiyana me ye. Hewildana bi salan a dijminan di warê boykota çekdarî da ser neketiye.

Fermandarê Hewa-Feza yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê gefên hertimî yên dijminan ku hemî bijarde li ser maseyê ne, got: Li nav gişt welatên ku aniha li cîhanê hene, tenha hikûmet û rejîma ku derbarê mayîn û dewama jiyana xwe diaaxive û derbarê wê şêwirînê pêk tîne, Rejîma Siyonîst e.

Serdar Hacîzade got: Lom arejîma ku derbarê hebûna xwe diaxive, mehkûmî jinavçûnê ye û rejîmeke wiha nikare derbarê welatekî din biaxive û gefên ku dike jî zêdetir bo hundir e.

Fermandarê Hewa-Feza yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Rayedarên Rejîma Siyonîst dizanin ku ew dikarin destpêker bin, lê dawiya wê em diyar dikin; Dawiya vî karî jinavçûna Rejîma Siyonîst e û eger behaneyekê bidin me, êdî ew ê vê dewreyê nebînin û teqez jinavçûna wan ji hêla dîrokî va pêş dikeve.