Mijdar 07, 2021 15:15 Asia/Tehran
  • Têkiliya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan di gel Wezîrê karên derve yê Iraqê

Wezîrê karên derve yê Îranê li pey swîqesta serneketî ya li canê serokwezîrê Iraqê, bi riya telefonê bi wezîrê derve yê vî welatî ra axivî.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Li pey hewildana ji bo sewîqesta li canê serokwezîrê Iraqê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê îro di têkiliya telefonî tev Fuad Husên hevpîşeyê xwe yê iraqî, tevî ragihandina silava Seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Mistefa Kazimî, kêfxweşiya xwe ji ber tendurustiya serokwezîrê Iraqê diyar kir.

Di vê gotûbêjê da, Emîr-Ebdullahiyan bûuerine wiha berovajiya ewlehî û aramiya welatê dost anku Iraqê da zanîn ku ji aliyê xêrnexwazên vî welatî û ji bo alozkirina aramiya Iraqê pêk tên.

Di vê gotûbêjê da Fuad Husên tevî sipasiya ji hewildana Seyid Îbrahîm Reyîsî û Wezîrê karên derve yê Îranê û şirovekirina alûgorên herî dawî yên têkildarî vê bûyerê, bi cîgirtiya Kazimî, sipasiya serokomarê Îranê jî kir.

 

Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê qala êrîşa bi dronan ser mala Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî kir.

Li gorî rapora berbanga Yekşemiyê ya IRNAyê, Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê di vê daxuyaniyê da ragihand ku biryara terora Mistefa Kazimî bi êrîşa droneke bombebaarkirî li ser cihê mayîna wî li navçeya kesk a Bexdayê tûşî şikestê bûye.

Li gorî vê daxuyaniyê, di vê êrîşa bi dronê da tu ziyanek li serokwezîrê Iraqê neketiye.

 

Serokwezîrê Iraqê di twîterê da nivîsî: Halê min baş e. Ez li nav gel im û ji giştan dixwazim bila aram û ser hemdê xwe bin.

 

Serepeyv