Qonaxa sereke ya tetbîqata hevpar a "Zulfiqar 1400"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329869-qonaxa_sereke_ya_tetbîqata_hevpar_a_zulfiqar_1400
Alîkarê hevahengiyê yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê destpêbûna qonaxa sereke ya meşq û tetbîqata hevpar a Zulfeqar 1400 a artêşê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2021 19:32 Asia/Tehran
  • Qonaxa sereke ya tetbîqata hevpar a

Alîkarê hevahengiyê yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê destpêbûna qonaxa sereke ya meşq û tetbîqata hevpar a Zulfeqar 1400 a artêşê ragihand.

Li gor rapora Klûba Nûçegihanên Ciwan, “Admîral Hîbullah Seyarî” Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ezmûn û tetbîqata Zulfeqar 1400 ya hevpar a artêşê ji heftiya buhurî heya niha qonaxên xwe yên destpêkî dest pê kiriye û sibê (Yekşem) dê derbasî qonaxên sereke bibe û armanca wê Zêdekirina şiyana şervanî a artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Cîgirê Koordînatorê Artêşê herwiha got: tetbîqata Zulfeqar 1400 ya hevpar a artêşê bi karanîna beşek ji şiyanên şervanî yên hêzên bejayî, deryayî, hewayî û berevaniyê yên artêşê li herêmeke berfireh li rojhilatê Tengava Hurmuzê heta Pesabender li sînorê Îran û Pakistanê û li deryayê heta medara derece 10 ya bakur û beşek ji Deryaya Sor pêk tê.

Edmîral Seyarî her wiha got: Berfiretiya qada operasyonê, deshilata zêde di warê bidestxistina agahiyan, bikaranîna alavên hişmend û xwecihî û cebilxaneyên xwecihî, hebûna yekîneyên balafirên bêfirokevan, bikaranîna şiyanên şerê elektronîk ên "Cengal" û sîstema kontrolê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê  ji taybetmendiyên vê temrînê ye."