Mijdar 05, 2021 22:21 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 132 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 127 hezar û 53 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Înê 5ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 633 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 163 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 973 hezar û 457 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 574 hezar û 246 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî  yên welatan, heta niha zêdetirî 249 milyon kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 5 milyon û 47 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê mirine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî 813 hezar û 654 dozên vaksîna korona li wî welatî hatine lêdan.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 54 mîlyon û 764 hezar û 71 kes yekem doza vaksîna koronayê û 37 mîlyon û 784 hezar û 542 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê û 129 hezar û 124 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksîna hatî lêdan li welêt gihîştiye 92 mîlyon 677 hezar û 737 dozê.

Serepeyv