Mijdar 05, 2021 11:18 Asia/Tehran
  • Binpêkirina peymana sînorê Îslam Qela-Dugharûn ji aliyê hikûmeta Talîban ve

Serokê Dezgeha Veguhastinê ya Rêyan a parêzgeha Xorasana Rezewî (bakurê rojhilatê Îranê) ragihand ku berpirsên kargêrî yên Efxanistanê (Hikûmeta Talîban) li sînorê Îslam-Qela peymanên berê yên sînorî yên bi Îranê re derbarê vegerandina kamyonên Îranê binpê kirine.

Morteza Muceredî îro Îniyê li hevpeyvîna tev IRNA`yê got: Meha borî li gorî gotûbêjên sînorî yên navbera Îran û Efxanistanê, lihevkirin pêk hat ku kamyonên îranî yên li Efxanistanê roja îniyê bi rêya deriyê sînorî yê Îslam Qelayê vegerin Îranê, lê aliyê din di vî warî de hevkariyê nake.

Serokê Dezgeha Veguhastinê ya Rêyan a parêzgeha Xorasana Rezewî her wiha dilgiraniya xwe li hember nûçeya sînordarkirina 25 rojî ya kamyonên Îranê bo Efxanistanê ji sînorê Îslamê Qelayê ji aliyê dewleta Talîbanê diyar kir û got: Rojane 500 kamyon di navbera her du welatan de hatûçûnê dikin û astengkirina vê yekê zirarê dide her du aliyan.

Deriyê fermî yê sînorê Dugharûnê li xala sifir a sînorê Îran û Efxanistanê ye û 18 km li başûrê rojhilatê Teybadê û 255 km dûrî Meşhedê ye.

Serepeyv