Cotmeh 29, 2021 22:44 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Înê yê Tehranê: Ji xeynî çêkirina bêewlehiyê tu armanceke Îstikbarê tuneye

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê hucet-ul-îslam wel-muslimîn Sd. Muhemed Hesen Ebûturabîferd tekez kir: Liv û tevgera roja îro ya Îstikkbarê bi tenê ji bo çêkirina bêewlehiyê ye û ji bilî viya ti armanceke wê yên din nîne.

li gor IRNAyê, Hucet-ul-îslam wel-muslimîn Sd. Muhemed Hesen Ebûturabîferd di xutbeyên nimêja înê ya vê heftiyê ya Têhranê de DAIŞ weke mînaka grûpek da zanîn ku Îstikbarê ew afirandiye û di dewamê de got: Îstikbar xizmeta berjewendiyên rewa yên welatan bi taybetî welatên misilman nake.

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê herwiha got: Liv û tevgera roja îro ya Îstikkbarê mîna reftarên Muawiyeyê di serdema Îmam Elî (es) de ye ku ji xeynî bêewlehiyê ti armanceke wê tunebû.

Ebûturabîferd anî ziman ku prensîba pergal avakirin û dewletbûnê di ramana olî de ye û got. Bi sedan belgeyên Quranê û jînenîgariya Pêxember diyar dikin ku pêxemberên îlahî bi taybetî pêxemberê Xatem ji bo avakirina însanekî ku serhildana wî ber bi edaletê û civateke edaletmend ve ye, ketine ser rêya dewletbûnê û avakirina sîstemeke siyasî. civakek li ser bingehê edalet û însanên dadperwer hatiye avakirin.

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê di dawiyê de got: Pêxember û îmamên me sîstemeke siyasî ava kirin ku zemîna hebûna mirovan ji bo bexteweriya ebedî pêk bînin û bêyî sîstemeke siyasî ya bikêrhatî ku li ser esasên ehlaqî û zanistî bin, ne mimkûn e ku bigihêjin armancên xwedayî.

Serepeyv