Emîr Nesîrzade behsa 'Pêkhateya şerê asimanî di şerezmûna Fedayiyên Herêma Welayetê da' kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329642-emîr_nesîrzade_behsa_'pêkhateya_şerê_asimanî_di_şerezmûna_fedayiyên_herêma_welayetê_da'_kir
Dewsgirê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê pêkhateya şerê balefirên bêmirov (dron) û bimirov ji destkeftên Şerezmûna Fedayiyên Herêma Welayetê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2021 09:23 Asia/Tehran
  • Emîr Nesîrzade behsa 'Pêkhateya şerê asimanî di şerezmûna Fedayiyên Herêma Welayetê da' kir

Dewsgirê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê pêkhateya şerê balefirên bêmirov (dron) û bimirov ji destkeftên Şerezmûna Fedayiyên Herêma Welayetê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr sertîp balefirvan Ezîz Nesîrzade, Dewsgirê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê di kêleka merasima sipasiya ji kesên sereke yên Festîvala duwazdehem a Malikê Eşter a hêzên çekdar da, bi gotina vê yekê ku yek tevdîrên pêkhatî di hêza asimanî da, berfirehkirina şerê balefirên bêmirov e, got: Me Pêkhateya şerê balefirên bêmirov û bimirov cih aniye.

Emîr Nesîrzade bi gotina vê yekê ku di Hêza asimanî ya artêşa Îranê da hemî hevkarên min alîkarî kir ku em vê yekê bi başî pêş da bibin, got: Giştan di Şerezmûna Hêza asimanî ya Artêşa Îranê encamên wê dîtin û wan dît ku me şerezmûneke hema bêje nedîtî bi fermandetiya navendî pêk anî.

 

Wî got: Ev xala hêzê ya Hêza asimanî ye ku şerê balefirên bêmirov û bimirov bi hev ra kir yek û şerekî serketekî yê pêşketî cih anî.