Serdar Goderzî: Hebûna DAIŞê li sînoran hêla sor a Komara Îslamî ye
Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Intizamî ya Îranê destnîşan kir: Hebûna dijmin li sînoran hêla sor a Komara Îslamî ya Îranê ye û hêza Intizamî û sînorvanî rê nade ku bermahîkên DAIŞ û selefiyan nêzikî sînorên welêt bibin.
Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Ehmedelî Goderzî, Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Intizamî ya Îranê berêvara Sêşemiyê di merasima bidawîhatina heyama perwerdehiyê ya sînorvanên Xorasana Rezewî tevî pîrozkirina Hefteya Yekîtiyê, got: Eger DAIŞ tevgerekê li sînoran pêk bîne, ew ê bi zûtî ji nav herin û em bi hêzên heyî, hemî gefan têk dibin.
Wî got: Ji cînarên Îranê ra jî hatiye ragihandin ku kesek nikare ji usûlên dîplomasiyê derkeve.
Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Intizamî ya Îranê bi gotina vêya ku dijmin bi hezaran miliyar dolarî ji bo jinavbirina Îslamê mesref diki, got: Hêzên sînorvan îzna sîxoriya li sînorên welêt nadin xêrnexwazan û bi derfetên xwe dê pêşiya revgerên wan bigirin.
Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Intizamî ya Îranê bi gotina vêya ku iqtidar di hemî sînoran da heye, got: Sedî 96 ji sînoran di destê sînorvaniyê da ne û em dikarin ewlehiyê di tevahiya sînorên welêt pêk bînin.