Serleşker Baqirî çû Pakistanê
Serokê giştî yê Erkantiya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di serê taximeke payebilind a leşkerî-ewlehî da gihîşte Pakistanê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê giştî yê Erkantiya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ku li er vexwendina fermî ya jeneral Qemer Cavîd Bacva, Fermandarê artêşa Pakistanê çûye vî welatî, roja Sêşemiyê li balefirgeha Nûrxana bajarê Ravelpendiyê ji aliyê rayedarên leşkerî yên Pakistanê va hat pêşwazîkirin.
Hevdîtian digel rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Pakistanê, serdana navendên leşkerî û deryayî yên vî welatî li bajarê Keraçiyê li kêleka xurtkirina peywendiyên leşkerî, berevanî û ewlehiyê yên du welatan ji bernameyên herî girîng ên sefera serleşker Baqirî bo Pakistanê ne.