Emîr-Ebdullahiyan: Em ê bi tu awayî hebûna rejîma sexte ya siyonîst li nêzikî sînorên Îranê tehemil nekin
Wezîrê karên derve yê Îranê Şemiyê bi şev tevî tekeziya li ser vê yekê ku guherandina sînorên navçeyê ji aliyê Îranê va nayê pejirandin, got: Komara Îslamî ya Îranê dê bi tu awayî hebûna rejîma sexte ya siyonîst li nêzikî sînorên xwe tehemil neke.

Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di bernameya "Nêgah 1" (Awirê 1) ya Kanala 1ê ya televîzziyona îranê da derbarê hin mijarên qewimî navbera Îranê û Komara Azerbaycanê, tevî amajeya bi hewildana siyonîst û terorîstan jibo xerakirina peywendiyên du welatan, got: Komara Îslamî ya Îranê bi hesasiyet û vebirr û di eynî demê da bi nêrîneke dostane li cînarên xwe ji wan Komaara Azerbaycanê, mijara dişopîne.