Ji despêka pandemiya Koronayê li Îranê heya niha, miriyên ji ber wê ji 120 hezar kesî derbas bû
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 235 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 120 hezar û 663 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê yekê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 14 hezar û 525 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan hezar û 123 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 601 hezar û 565 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 53 hezar û 551 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Herwiha 6 hezar û 124 nexweşên bi Covid 19 li beşên lênihêrîna kûr de yên nexweşxanan têne derman kirin.
Li gorî amarên fermî, zêdetirî 234 mîlyon kes li çaraliyê cîhanê bi vîrûsa koronayê ketine û zêdetirî 4.8 mîlyon kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.