Îlon 22, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina bi Borel ra: Dewleta nû ya Îranê dê gotûbêjan bidomîne

Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina bi Borel ra: Dewleta nû ya Îranê dê gotûbêjan bidomîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina tev Berpirsê Siyaseta derveyî ya Ewropayê da got: Dewleta nû ya Îranê dê gotûbêjên Viyenê bidomîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê di dewama hevdîtinên xwe li kêleka civîna Civata giştî ya NY li New Yorkê tev Cozêb Borel Berpirsê Siyaseta derveyî ya Ewropayê hevdîtin pêk anî û derbarê mijarê cûrbicûr ji wan Peymana Navokî û alûgorên Efxanistanê pê ra şêwirî.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî teqqeziya li ser vê yekê ku Îran li dû encama pratîkî di gotûbêjan da ye, got: Îran ne demê diherimîne, ne tevgerên ne-avaker ên Amerîkayê dipejirîne û ne jî dê welêt li benda sozên vala yên ceribandî bihêle.

Husên Emîr-Ebdullahiyan destnîşan kir: Reftar û siyasetên Joe Biden heta niha têkildarî Îranê û Peymana Navokî ne-avaker bûne û dewama siyasetên Trump in.

 

Serepeyv