Îlon 17, 2021 19:50 Asia/Tehran
  • Reîsî: Têkiliyên Îran û Ermenistanê her dem dostane û çêker bûn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera Îran û Ermenistanê de her dem dostane û çêker bûne û got: "Bi vîna heyî ya di navbera serokên siyasî, Tehran û Yêrêvanê de, dibe ku serdemek nû ya hevkariya aborî ya berfireh di navbera du aliyan despê bibe."

Li gorî bingeha agahdariya serokomariya Îranê;  Îro Înê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî di roja duyem a serdana xwe ya Tacikistanê de bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re civiya û di vê civînê de li ser zêde û berfirebûna hevkarî û têkiliyên aborî yên Îran û Ermenistanê sekinî.

Reîsî anî ziman ku avakirina komên xebatê yên pispor ên li ser mijarên aborî, di nav de guheztina enerjiyê, veguheztinê, projeyên hilberîna hevbeş û danûstendinên darayî, dikare bibe teşwîqek guncan û xalek werçerxan di başkirina asta danûstendina di navbera her du welatan de.

Reîsî her wiha bal kişand ser karîn û zirûfên Îranê yên pêşesaziyê û beşa taybetî ji bo dabînkirina kel û pelên Ermenistanê û got: Avakirina komên xebat ên pispor divê li gor bernameyeke zemanî rêkevtin û hevkariyên aborî yên navbera du welatan bi pêşve biben û pirsgirêkên ser riya berfirekirina wan ji holê rakin.

Serokwezîrê Ermenistanê jî berfirekirina têkiliyan bi welatên cînar wekî karê sereke yê hikûmeta Ermenistanê da zanîn û got: Eva ku hikûmeta we (Reîsî) jî li ser berfirekirina hevkarî û têkiliyan bi cînaran re tekez dike, eva nîşaneke baş e ji bo cîrana û despêkirina serdemekî nû di têkiliyan de.   

Serepeyv