Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 445 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 113 hezar û 380 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 10 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 21 hezar û 114 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 3 hezar û 187 nexweş li nexweşxanan hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 5 milyon û 258 hezar û 913 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 509 hezar û 905 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, heya vê demê zêdetirî 224 mîlyon mirov li çaraliyê cîhanê bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 4 mîlyon 622 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.