Lavrov: Rûsya jî mîna Îranê, ti guhertinek di Rêkeftina Navokî de qebûl nake
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Îranê Emir-Ebdullahiyan got: "Ev welat jî mîna Îranê, ti guhertinê di Rêkeftina Navok de qebûl nake û cîbicîkirina wê bi tevahî dixwaze."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, di pêwendiyeke têlefonî ya roja Pêncşemê, di navbera "Sergey Lavrov" û Husên Emîr-Ebdollahiyan de, mijarên girêda têkiliyên dualî, mesela civîna rayedarên her du welatan li kêleka Civîna Shanghayê, xurtkirina hevkariya di warê kontrolkirina korona de.pirsgirêkên ticar, karsaz û aktîvîstên aborî Ji bo seyrûsefera xwezayî ya bo Rûsyayê, pêşkeftinên herêmî û destpêşxeriyên têkildarî Afganistan û mijarên têkildarî Rêkeftia Navokî hatin nîqaş kirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê pirsgirêkên esnaf û aktîvîstên aboriyê yên ji bo sefera xwezayî ya ber bi Rûsyayê ve jî anî ziman, ku Lavrov got ew ê di zûtirîn dem de wan bişopîne.
Wezîrên Derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsyayê her wiha geşedanên herêmî û destpêşxeriyên têkildarî Efxanistanê gotûbêj kirin, û tekezî li ser avakirina hikûmetek niştimanî ya berfireh bi beşdariya hemû koman li Efxanistanê kirin.