Xetîbzade: Ji Îranê re aramî û ewlehiya li Efganistanê ji her tiştî pêşvetir e
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Ji Îranê re aramî û ewlehiya li Efganistanê û bicihatina vîn û xwesta gelê Efgan ji her tiştî pêşvetir û girîngtir e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Çarşemê di hevpeyvîna bi televîziyona Îranê re derbarê civîna virtual ya wezîrên derve yên şeş welatên cîran ên Afganistanê de, zêde kir: "Rojeva sereke ya vê civînê çawaniya alîkarîkirina bicihanîna vîna gelê Afgan û bidestxistina Efxanistanek aram, bi ewlehî, îstiqrar û bi aştî bû."
Xetîbzade bal kişand ser gotinên wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebullahiyan û got: Wezîrê Derve yê Îranê di civînê de tekez kir ku sedem û berpirsiyariya rewşa niha ya li Efganîstanê, dagîrkeriya Amerîkayê ya zêdetirî 2 dehsalan ya neqanûnî ye û vê dagirkeriyê gelek êş û zehmetî ji gelê Afgan re çêkir û niha divê gişt karîn û şiyana rêberên Efgan werin bikaranîn da ku pirsgirêk ji holê rabin û welatên cîran jî bibin alîkar ji bo avakirina aştiyek mayînde li Efganistanê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Bikaranîna navgînên leşkerî û destwerdana biyanî dubarekirina xeletiyek e ku di dîroka hevdem a Efganistanê de çend caran qewimiye û divê her kes wekî prensîbek rastîn li ser diyalogê pêgiriyê bike û welatên cîran jî bibin alîkar ku pêşî li vê destwerdana biyanî bigirin.
Xetîbzade her wiha got: Pêşîniya Komara Îslamî ya Îranê bicihanîna vîna gelê Efxan e. Ya pêşîn aramî û aşitî ye, ku tenê bi avakirina hukûmetek giştgir ku nîşanderê pêkhateyên etnîkî û gelêrî yên Afganistanê ye, pêk tê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Wezîrên derve yên cîran bi giranî li ser terorîzma li Afganîstanê nîgeran bûn û desnîşan kirin ku divê Talîban xwe ji vê diyardeyê dûr bixe û nehêle teror li Afganistanê ji nû ve derkeve holê.
Xetîbzade got: Li rûniştina îro ya virtual ya wezîrên derve yên şeş welatên cîran ên Afganistanê li Pakistanê lihevkirin çêbû ku civîna bê ya cîranên Afganîstanê li Tehranê bi rê keve.