Tebax 28, 2021 17:11 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê: Em pêşwaziya her însiyatîveke herêmî ya Iraqê dikin

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê beriya serdana xwe ya Bexdayê got: "Em pêşwaziya her Însiyatîvek herêmî ya rayedarên Iraqî bi beşdariya welatên herêmê dikin."

Raporta IRNA;Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst bû di vê konferansê de Sûriye jî weke cîranek girîng ê Iraqê bihata vexwendin."

Wî di dewamê de got: "Bê guman, di derbarê ewlehî û pêşkeftina domdar de li herêmê, em bi serkirdayetiya Sûriyê re di pêwendî û şêwirmendiyê de ne û em ê rasterast şêwirmendiyê bi Şamê re di derbarê civîna Bexdadî û her însiyatîveke herêmî de bikin ."

Civîna Bexda îro bi beşdariya welatên cînar û çend welatên din li dar dikeve.

Serepeyv