Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi Serokwezîrê Otrîşê ra axivî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel serokwezîrê Otrîşê destnîşan kir: Raboriya 500 salî ya peywendiyên dostane yên du welatan sermiyaneke binirx jibo pêşeroja pêwendiyan e.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di gotûbêja telefonî tev Sibastiyen Kortês serokwezîrê Otrîşê bi gotina vêya ku tevî hebûna îradeyê û sûdwergirtina ji danûstandinên aborî, kêmbûna danûstandina ticarî ya du welatan bingeh û hinceteke mentiqî tuneye, got: Divê em berjewendiyên du welatan biparêzin û rê nedin ku xêrnexwaz bi rêbazên cûrbicûr li ser van peywendiyan bandor bikin.
Reyîsî di dewama vê gotûbêjê da, got: Eger em bala xwe bidin ser dîroka hevçerx a Efxanistanê, em dibînin ji dema ku amerîkiyan destwerdana li vî welatî dest pê kirin, Efxanistanê rojeke xweş nedîtiye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Em bawer in ku tevgerên cûrbicûr ên efxanistanî divê derketina Amerîkayê wek babeteke girîng bizanin û bi danûstandinê mînakeke hukumdariyê ku ji aliyê gel va tê qebûlkirin, bi dest bînin.
Reyîsî bi gotina vêya ku Îranê heta niha tevî hebûna boykotên zalimane, hemî berdêlên madî û manewî yên Efxanistanê qebûl kirine, got: Hewildana Îranê jibo pêkhatina aştî û ewlehiyê li Efxanistanê hertim û bêrawestan hatiye domandin û em amade ne ku bi hemî dewletên ku jibo pêkanîna aştî û aramiyê li Efxanistanê hesta berpirsiyariyê dikin ra hevkarî bikin.
Serokwezîrê Otrîşê jî tevî diyarkirina hêviya xwe derbarê dewam û berfirehkirina peywendiyên dostane û avaker di warên cûrbicûr digel Îranê da, got: Em hêvîdar in ku dewleta nû ya Îranê di pêkanîna geşatiya aborî û civakî jibo gelê vî welatî zêdetir ji berê bi ser keve.