Jimara miriyên Koronayê li Îranê hîn li jor e: Di 24 saetan de 568 qurbaniyên din
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 568 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 96 hezar û 215 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 12 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 39 hezar û 49 kesên din bi Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 320 hezar û 266 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 647 hezar û 16 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li welêt 26 milyon û 889 hezar û 997 testên tespîta "Covid-19" hatine kirin.