Tekeziya Zerîf ser xurtkirina peywendiyên Îran û Omanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328028-tekeziya_zerîf_ser_xurtkirina_peywendiyên_Îran_û_omanê
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser xurtkirina peywendiyên Îran û Omanê tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Tekeziya Zerîf ser xurtkirina peywendiyên Îran û Omanê

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser xurtkirina peywendiyên Îran û Omanê tekez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Sêşemî di hevdîtina digel Bedr El- Bûseîdî hevpîşeyê xwe yê omanî, li er xurtkirina peywendiyên Îran û Omanê di dewleta sêzdehem da tekez kir.

Zerîf tevî pesndana peywendiyên baş ên Îran û Omanê û hewildanên du aliyan di xurtkirina asta hevkariyên dualî da, li ser dewama vê pêvajoyê tekez kir.

Bedr El-Bûseîdî jî got: Siyaseta Omanê berfirehkirina hevkariyan tev Îranê ye.

Wezîrê derve yê Omanê ku jibo beşdariya di merasima sondxwarina sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê hatiye Têhranê, bi Muhemed Cewad Zerîf ra civiya.