Xetîbzade: Îran bûyer û guhertinên li Efganistanê ji nêz ve dişopîne
Berdevkê wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê sêşemê bi şev amaje bi alozî û pevçûnên vê dawiyê yên li Efganistanê kir û diyar kir ku Îran geşedan û bûyerên li Efganistanê ji nêz ve dişopîne.
Li gor IRNAyê, Berdevkê wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade li ser Twitterê nivîsî: Îran dixwaze dest xwe ve pevçûn û aloz li Efganistanê werin rawestandin û kêm bibin û ji bo serweriya qanûnê rêz were girtin û diyaloga berfereh li vî welatî despê bibin.
Di hefteyên borî de deverên curbicur ên Efganistanê di navbera hêmanên Talîban û hêzên hukûmetê de bûn qada pevçûnên dijwar.
Êrîşên berfereh ên Talîbanê û vekişîna hêzên ewlehiyê piştî ketina hin bajaran destê Talîban bûye sedema fukarên zav di nav gelên Efgan, partî û kesayetiyên siyasî û olî yên vî welatî de.