Peyama pîrozbahiyê ya "Elî Eskerî" ji Serokomarê hilbijartî yê Îranê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327136-peyama_pîrozbahiyê_ya_elî_eskerî_ji_serokomarê_hilbijartî_yê_Îranê_re
Serokê Rêxistina Radiyo û televîziyonên Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de serketina Serokomarê hilbijartî yê Îranê pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2021 18:24 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiyê ya

Serokê Rêxistina Radiyo û televîziyonên Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de serketina Serokomarê hilbijartî yê Îranê pîroz kir.

Li gor IRIB Newsê,  "Elî Eskerî" Serokê Rêxistina Radiyo û televîziyonên Komara Îslamî ya Îranê di peyama pîrozbahiyê ya ji bo "Seyd Îbrahîm Reîsî", Serokomarê hilbijartî yê Îranê, tekez kir: Wekî her gav, medya neteweyî dê li rex we û hukumeta sêzdehem di riya pêşkeftina welat û xizmeta miletê birûmet de bisekine.

 "Elî Eskerî" di vê peyamê de diyar kiriye ku Radiyo û televîziyonên Komara Îslamî ya Îranê dê hewil bide ku rola zatî ya medyayê wekî pirek di navbera gel û karbidestan û çavên raya giştî de bilîze, li dûv daxwazên millet ku bigihîjin Îrana Îslamî, serfirazî û serfkeftî di xebatê bike.

 Di peyama  "Elî Eskerî" de wiha hat gotin: "Tevî ku propagandaya berfereh a medyaya dijmin ji bo beşdarnebûna di hilbijartinan de û girtina pêşiya beşdariya netew dîsa netewê me peyama rêberê mezin ê Înqilabê lebeyk gotin û ji bo armancên mezin ê netew û welat beşdarî hilbijartinan bû.