Hezîran 20, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Kubayê serketina Reîsî li hilbijartinên serokomariya Îranê lê pîroz kir

Serokomarê Kubayê serketina Seyd Îbrahîm Reîsî ya di hilbijartinên serokomariya Îranê de lê pîroz kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Serokê Kubayê Miguel Diaz-Conel êvara Şemiyê ji ber serketina Seyd Îbrahîm Reîsî ya di hilbijartina serokomariya Îranê de pîroz kir.

Sêzdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê li seranserê welêt û 133 welatên biyanî hat lidarxistin da ku roja Înê serokomarê heştem were hilbijartin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi zêdetirî 17 mîlyon û 900 hezar dengan bi ser ket.

Berî niha, Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî û Serokê Hikmeta Neteweyî ya Iraqî Seyd Emmar el-Hekîm, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev û Alîkarê Serokwezîr Îmaratê Muhemed bin Raşid El Mektûm Mehdî El-Meşat, Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê, Heythem bin Tariq, Siltanê Omanê û  Emîrê Qatar,Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî di peyamên cûda,de serketina Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de pîroz kirin .

Serepeyv