Daxuyaniya hilbijartiyê gelê Îranê piştî serketina di hilbijartina serokomartiyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327113-daxuyaniya_hilbijartiyê_gelê_Îranê_piştî_serketina_di_hilbijartina_serokomartiyê_da
Serokomarê hilbijartî yê Îranê got: Ez ê dewleteke pirrxebat, înqilabî û dijî gendeliyê damezirînim.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2021 16:59 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya hilbijartiyê gelê Îranê piştî serketina di hilbijartina serokomartiyê da

Serokomarê hilbijartî yê Îranê got: Ez ê dewleteke pirrxebat, înqilabî û dijî gendeliyê damezirînim.

Seyid Ibrahîm Reyîsî, Serokomarê hilbijartî yê Îranê roja Şemiyê piştî serketina di dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê da bi daxuyaniyekê ragihand: Gelê hêja yê Îranê, hilbijartina duh nîşana xwedêbawerî, gelbawerî û xwebaweriya neteweyî û cejna mezin a siyasî ya we di pêngava duyem û destpêka sedsala nû da bû ku di dem û rojên jidayîkbûna Îmam Reza (S) pêk hat.

Reyîsî tevî amajeya bi vê yekê ku hilbijartiyê vê hilbijartinê li gorî qanûna demokrasiya dînî, hilbijartiyê tevahiya gel û xizmetkarê tevahiya komarê ye, got: Wisa ku ez di vê hilbijartinê da wekî serbixwe beşdar bûm, ez ê bi piştevaniya dengên pirr û baweriya we ya kêmmînak, dewleteke pirrxebat, înqilabî û dijî gendeliyê damezirînim û em ê ber bi berfirehkirina dadmendiyê, wek memûriyeta mihwerî ya Înqilaba Îslamî bimeşin.