Zerîf berê xwe da Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327060-zerîf_berê_xwe_da_tirkiyê
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê qala sefera Wezîrê karên derve yê Îranê bo Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 17, 2021 10:52 Asia/Tehran
  • Zerîf berê xwe da Tirkiyê

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê qala sefera Wezîrê karên derve yê Îranê bo Tirkiyê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Pêncşemiyê qala sefera Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê bo Tirkiyê jibo beşdariya di civîna Civata Dîplomasiya Antalyayê li ser vexwendina Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê kir.

Xetîbzade her wiha got: Zerîf dê di vê civînê da derbarê doktorîna cînaretiyê ya Komara Îslamî ya Îranê biaxive û siyasetên Îranê di vî warî da şirove bike.

Komcivîna Dîplomasiya Antalyayê sibe Îniyê dê bi axaftina Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê were vekirin.