Zerîf: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327007-zerîf_beşdarbûna_xelkê_di_hilbijartinan_de_dê_cezayên_pêşerojê_jî_bêbandor_bike
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de ne tenê dibe sedema rakirina boykot û cezayan belkî dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2021 20:08 Asia/Tehran
  • Zerîf: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de ne tenê dibe sedema rakirina boykot û cezayan belkî dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike.

wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vîdyoyek roja Duşemê ku li ser hesabê xwe ya Instagramê weşandiniye diyar kir: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de ne tenê dibe sedema rakirina lezgîn a boykotan û jinavbirina şereê aborî li dijî neteweya egîd a Îranê belkî dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike.

Zerîf diyar kir ku gel temînata herî bi bandor a azadî, ewlehî, serbilindî û pêşkeftina welat e û got: Beşdariya zîrek û berfireh a gel di diyarkirina çarenûsa xwe de hêza netewî şekil digire, berjewendiyên netewî li seranserê cîhanê diparêze û ji bo têkiliya navneteweyî ya avaker palpiştiyeke sereke ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  herwiha got: Beşdariya zêde dê bibe sedema bêhêvîbûna tundrew, siyonîst û terorîstên aboriyê yên ku bi Îranofobî û dijberiyê li hemberî Rêkeftina Navokî çavberdane bêencambûna danûstandinan û zêdekirina dorpêçan.

Sêzdehemîn tura hilbijartinên serokomariya Îranê dê di 18ê Hezîrana 2021-an de were li dar xistin.