Hûrgiliyên seretayî ji şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a Dizfûlê hatin ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326730-hûrgiliyên_seretayî_ji_şehîdbûna_du_balefirvanên_baregeha_çarem_a_dizfûlê_hatin_ragihandin
Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hûrgiliyên seretayî yên şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê şirove kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2021 11:42 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyên seretayî ji şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a Dizfûlê hatin ragihandin

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hûrgiliyên seretayî yên şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê şirove kirin.

Elî Ferehmend, Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê di gotûbêja bi Mehr Newsê ra got: Îro Sêşemiyê ji ber bûyereke bejahî di qada leşkerî ya baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê du balefirvan şehîd bûn.

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Navçeya ku bûyer tê da qewimiye ji aliyê Parastina artêşê vahatiye qerentînekirin û tîmên birxandinê di halê vekolandina mijarê û sedema sereke ya bûyerê ne.

Li gorî gotina Ferehmend, Balefirên vê baregehê tûşî ziyanê nebûne.

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Berûlayên cûrbicûr ên bûyerê di halê nirxandinê da ne û hûrgilî dê piştra bên ragihandin.

Pêştir çavkaniyên ne fermî ragihandibûn, Îro balefireke leşkerî ya F5 li Baregeha çarem a Dizfûlê beriya firrînê tûşî bûyerê bûye û du balefirvan şehîd bûne.

Navê van du balefirvanan Kiyanûş Bestamî û Husên Namî ye.