May 31, 2021 22:32 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 217 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 217 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 80 hezar û 156 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 31 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 42 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 388 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye du milyon û 913 hezar û 136 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 458 hezar û 684 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amarên fermî yên ku welatên curbicur ragihandine hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa Koronayê ketine  ji 171 milyon kesan derbas bûye û zêde ji 3 milyon û 557 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv